Îro Sêşemê, 13'ê Cotmehê danê sibeh peqîneke bi motoreke bombekirî li taxa Kornîş ya Qamişlo pêk hat û tirembîleke Asayîşê armanc girt.
Berdevkê Giştî yê Asayîşa Mihemed Xelo got, peqînên diriya motorên bombekirî awayeke nû ye ku DAIŞ di dema dawî de bi kar tîne.
“Jiber ku rêbendên kontrolê yên destpêka bajaran tedbîrên asê tên girtin, bombekirina motoran bi hêsanî ji nav bajar de tên, ji aliyê komên veşartî yên DAIŞê ve tên amade kirin.”
Xelo dîyar kir ku asta hişyariyê ligel Hêza Asayîşê di asteke pir bilind de ye, jiber ku di nav vê mehê de wan karîbû 6 motorên bombekirî, berî ku werin peqandin, kontrol bikin.