Di peqîneke nû de li Qamişlo Kristîyan armanc hatin girtin, Asayîşa Rojava rejîma Sûrî di van peqinan de tawanbar dike.
Doh Yekşemê dora saet 6 êvarê peqînek li xwaringeheke taxa Meyamî (Miami) armanc girt û di encamê de 3 welatîyên Kristîyan hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bibûn.
Tevî ku, DAIŞê di şev teqîn rakiribû ser xwe, lê gumanên Kurdan li ser rejîmê ne.
Asayîşa Rojava îro Duşemê di daxuyanîke nivîskî de got ku destê grubeke çekdar ya bi navê Dîfaa Wetenî ya bi rêjîmê ve girêdayî, di peqînan de heye.
Her sê qurbanîyên peqînê îro dora set 1 nîvro, ji alîyê bi sedan Kristîyanên Qamişlo û bi amadebûna hin berpirsên ewlekarî yên rejîmê ve hatin oxir kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, niştîcihên vê taxê ji Kristîyanan in û ev teqîna çarê ye ku di du mehan de diqewme. Hin partîyên Kristîyanan daxuyanî dan ku ev êrîş hebûna Kristîyanan armanc digire.