Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qamişlo û Nisêbîn jibo Kobanê Derketin Ser Sînor


Kurdên her du alîyên sînor êrîşên ser Kobanê protesto dikin

Li bajarên Rojava xwepêşandan jibo Kobanê berdewam dikin. Di xwepêşandanan de zarokekî ji Qamişlo bi guleya leşkerên Tirk hate kuştin.

Li Qamişlo bi vexwendina Rêvebirya Wweser meşeke girseyî hate kirin û bi hezaran rûnîştvanên Qamişlo tev lî xwepêşandanê bûn .

Dû re, xwepêşandan ber bi sînorê ve çûn û Kurdên ji alîyê Nisêbînê jî hejmareke mezin hatin, tev li xwepêşandanê bûn.

Hêjayî gotinê ye hejmareke pir ya leşkerên Tirk hatibûn û bi gaza îsotê êrîşî xwepêşandanê kirin. Xwepêşandaran jî bi keviran bersîva leşkerên dan.

Di gulebarana leşkerên Tirk ya ser sîvîlan de zarokekî 12 salî jîyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.

Kerem kin vîdyo raportame ya taybet temaşe bikin

Qamişlo jibo Kobanê Meşîya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00

XS
SM
MD
LG