Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de Kuştî û Birîndar li Qamişlo Hene


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku di peqîneke de, li pêş navendeke Asayîşa Kurdî de herî kêm 13 kes li Qamişlo hatin kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Cîgira Wezîrê Navxweyî ya Kantona Cizîrê Asmîn Derbaz ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku hêzên ewlekarîyê vekolîna xwe li ser êrîşa terorîstî didomînin.

Gruba tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku wê ew êrîşa xwekujî pêk anî. DAIŞ ji mêjve şerî Kurdan dike û gelek caran êrîşên xwekujî yên wî rengî li bajarên Kudan pêk anîne.

XS
SM
MD
LG