Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo Merasîma Veşartina Endamên HSD'ê Hate Dar Xistin

Li bajarê Qamişlo îro Çarşemê merasîma veşartina endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hate darxistin, yên ku di şer û pevçûnên bi DAIŞ'ê re, di êrîşa ser zindana Giwêran li bajarê Hesekê jiyanên xwe ji dest dabûn.

Bi deh hezaran şêniyên Qamişlo û herema Cizîrê beşdarî merasîm veşartina 12'ê endamên HSD'ê bûn.

Piştî axaftinên fermî yên karbidestên HSD'ê û yên Rêvebirîya Xweser cenazeyên 12 kesan li goristana Delîl Saroxan hate veşartin.

HSD'ê dîyar kiribû ku di şerê ku 20'ê vê mehê destpê kir de 374 çekdarên rêxistina tundrê hatin kuştin û 121 şervanên HSD’ê û karmendên zindanê di vî şerê de hatin kuştin. Ji bilî wan jî, çar welatîyên sivîl jî bûn qurbanî.

Pirtir bar ke

XS
SM
MD
LG