Kurdên Qamişlo rizgarkirina bajarê Şedadê ji hêla Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) pîroz dikin.
Piştî ku nûçeya rizgarikirinê giheşt Qamişlo, bi hezaran hemwelatî daketin kolanan û bi şahîyan şabûna xwe nîşan dan.
Hêjayî gotinê ye ku Şedadê cîhê dawî li Kantona Cizîrê bû û navenda çêkirina trombîlên bombekirî ya DAIŞê bû. Bi rizgarkirina Şedadê, ewlehî û aramîya bajarên Kurdî jî xurtir dibe.