Rêxistinên civaka sivîl li seranserî bajarên Bakur û Rojhilata Sûrîyê jimareke semîner û proje li dar dixin ku karê komîteya nivîsîna destûreke nû jibo Sûrîyê zelal bikin.
Rêxistina Beyît Al-Miwatena hin hevdîtinan li dar dixe ku nêrîna gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê di destûrê de were cîh bigire.
Rêvebirê Beyît Al-Miwatena Mihsên Hac dibêje ku ew hewl didin ku nêrîna gel bigehînin komîteya nivîsîna destûra Sûrî.
Rêxistinên civaka sivîl ji semînerên li dar dixin û dixwazin bi gel bidin nasîn ku jibo çareserîya alozîya Sûrî çi tên kirin û li Cenevre û Astana astengîyên li pêş van çareserîyan çi ne.
Ew herwiha rola civaka navnetewî ya jibo çareserîya pirsa Sûrî jî gotûbêj dikin.
Rêvebirê projeya giheştina civakî di Beyît Al-Miwatena de Ebdilkerîm Hewêdî ji Dengê Amerîka re got ku pêdivî ye civaka Sûrî jî di çareserîya Sûrîyê de beşdar be.
Hêjayî gotinê ye ku komîteya nivîsîna destûra Sûrî ji şandeya rejîma Sûrî û şandeya opozîsyona Sûrî û şandeya civaka sivîl ya Sûrî pêk tê. Rûniştina wan ya yekê di 30’ê meha Cotmeha 2019’an de li Cenevrê hatibû lidarxistin, lê ta niha li ser destûreke nû ti reşpelg nehatiye nivîsîn.