Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê 3 Kes di Peqînekê de Hatine Kuştin


Karbidestên Pakistanî dibêjin, di peqîna bombeyeke de 3 kes li bajarê herî mezin yê wî welatî kuştin, 5 kesên din jî birîndar kirin.

Karbidest dibêjin, peqîna îro Înîyê li nêzîkî avahîya televîzyonekê li bajarê Qaraçî qewimî.

Ev peqîn, bûyera herî dawî ya tundûtûjîya berdewam e ku li wî bajarî berdewam dike.

Roja Çarşemê jî, çekdaran gule barandibûn ser bizavkara navdar Perwîn Rahman û ew kuştibûn ku bi karê xwe yê xêrxwazî dihate nasîn.

Xanim Rahman gelek alîkarî ji taxên xizan yên Qaraçîyê re kiribû û xizmetên wek ava vexwarinê û destavên paqij anîbûn gelê wan taxan.

Bajarê Qaraçî bi nîfûsa xwe ya 18 mîlyon kesan, bajarê herî mezin yê Pakistanê ye û ji mêjve qada tundîya sîyasî, mezhebî û etnîkî ye.
XS
SM
MD
LG