Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredara Qereyazî ya Erzîromê jî ji Kar Hat Dûrxistin


Hevşaredara Qereyazî ya Erziromê, Melîke Goksu ji alîye Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîye ve ji kar hat dûrxistin û şûna wê qaymaqam Mesut Tabakçioglu wek qayum hat dîyar kirin.

Roja Sêşemê cezayê zindanê ya Goksu, ku endama Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ye, hatibû erê kirin.

Derbarê hevşaredar Goksu de demeke berî niha bi îdiaya endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) doz hatibû vekirin û dadgeha Erziromê 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li wê birîbû û ew biryar ji alîyê dadgeha bilind ve hatibû pejirandin.

Hevşaredarê Qereyazî Burhanettîn Şahîn anî ziman ku Goksu bi îdiayên nerast hate ceza kirin.

“Dijî hevseroka me Melîke Goksu de 2016an doz hatibû vekirin û wek delîl tenê îftîrayên kesekî di dosyayê de cih digirtin. Ev yek jî jibo cezakirina kesekê têrê nake. Bi rastî nekarîn xebatên me yên hêja biqurtandana loma qayum dîyar kirin. Emê tim di nava gelê xwe de xebat û tekoşîna xwe bidomînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî niha jî jibo şaredarên Wan, Amed, Mêrdîn û bajarokê Pasûra Amedê jî ji kar hatibûn dûrxistin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:38 0:00


XS
SM
MD
LG