Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Herêm Kurdistanê 7 Sal Cezayê Zindanê Da Rojnamevan Qareman Şukrî


Qareman Şukrî

Dadgeheke Herêma Kurdistana Îraqê 7 sal cezayê zindanê da rojnamevan û wênegir Qareman Şukrî.

Malbata Şukrî ragihand ku Qareman di 21ê meha yek, Rênendnê de li Sirîyê ser bi Şêladizê ve ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hate girtin û hemî kelûpelên wan yên wênegirtin û kompîtera digel wî hatin desteser kirin.

Malbat dide zanîn ku tiştên wî heta îro nehatine zivirandin û dikana wan ya wênegirtinê jî daxistîye û hêzên ewlekarîyê nahêlin kes û karên wan vekin.

Piştî çend mehan kes û karên Qareman dizanin ku ew li pişka çaksazîya mezinan ya rêvebirîya ewlehîyê ye. Di seredana dawî de dayika wî Xewla Tahir Alî kurê xwe Qareman dibîne û ew ji dayika xwe re dibêje ku ew bo 7 salan zindanî kirine û ew di bin hin givaştinan de ye.

Birayê Qareman, Zêrevan Şukrî di rêya Dengê Amerîka de bang li tev rêxistinên navdewletî û mafê mirovan dike ku jibo rizgarkirina birayê wî alîkr bin.

“Qareman di bin givaştinan de tawnên dijî xwe îmza kiriye û ew bi dadgeheke neyênî û bê ku kesûkarên wî bizanin û bê parêzer hatiye dadgeh kirin.”

Me xwest bizanîn ku kîjan parêzer bo dema dadgehkirina Qareman û kengî bû, lê kes amadenebû çi zanyarîyan li ser bide me çimkî tenê ew parêzerê amade dikare daxwaza Dadgeha Pêdaçûnê bike.

Me peywendî bi rêvebirê çaksazîya mezinan kir Emîd Mihemed kir, lê wî bersîva me neda. Me bi rêya berpirsê ragihandina çaksazîyê peywendî bi wî kir lê wî amade nebû ku wek rojnamevan me bibîne.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) di raporta xw eya berevanîyê de dibêje ku li dadgeheke neyênî de 7 sal cezayê zindanê bo rojnamevanê wenegir Qareman Şukrî hatiye dayîn. “Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her zû Qareman azad bike û dest ji sepandina cezayên dijwar li ser endamên dezgehên ragihandinê berde.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî xwenîşadanên gencên Siryê li Şêladizê ya ser bingeha leşkerî ya Tirkîyê hêzên ewlekrîyê nêzî 80 kesan girtibûn û heta îro 10 kes ji wan li zindanê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG