Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Dêreke Antîk ya Suryanîyan li Sûrîyê Dirûxîne


Ayîneke civata Suryanîyan li bajarê dêrîk ya Rojava

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Pêncşemê radigihîne ku mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Humsê manastireke qadîm wêran kiriye.

Dîreoktorê SOHR Ramî Abdulrahman dibêje, DAIŞê bi buldozeran dêra Mar Elian ya li Qaryatain rûxand

Wî got DAIŞê ew manastira Suryanîyan hilweşand, bi bahaneya ku ku ew jibo tiştên bilî Xwedê dihat karanîn.

Fotoyên ku di înternetê de hate weşandin nîşan dida ku endamên DAIŞê, ne wek cîhên din bi bombeyan, lê bi buldozeran ew dêra dîrokî dirûxînin.

Hêjayî bîrxistinê ye DAIŞê bajarokê Qaryatain di 5ê Tebaxê de xistibû bin kontrola xwe û bi kêmî ve 230 kez revandibûn ku piranîya wan Krîstîyan bûn.

SOHR radigihîne ku mîlîtanên DAIŞê 48 kesên revandî azad kirin, lê rewşa kesên din hîn jî ne zelal e.

XS
SM
MD
LG