Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê May Dibêje Ew bi Nûçeyên Ser Dîtina Hin Beşên Bedena Xaşiqcî Nerazî Ne


James Slack, berdevkê Serokwezîra Brîtanya Theresa May dibêje ku ew bi raportên medyayî yên dîtina hin beşên bedena Cemal Xaşiqcî gelek eciz bûye.

“Ez ji wan raportan derbarê termê Xaşiqcî agahdar im û gelek cîxl nerazîbûnê ye ... Cîhê termê birêz Xaşiqcî yek ji wna pirsan e ku li benda bersîvkirinê ye û em niha li benda encamên vekolîna karbidestên Tirk in,” wî got.

Televîzyona Sky News demeke zûtir ya îro ragihandibû ku laşê Xaşiqcî hatiye perce kirin.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de de dema diket hindurê konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Rîyad îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku ew di encama pevçûnekê de li hindurê konsulxaneyê hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG