Malpera "Axios" ya Amerîkî li gorî sê rayedarên Îsraîlî radigihîne ku "Navbeynkarên Qatarî Îsraîl agihdar kirîye ku Hamas di prensîbê de bo danûstandinan razî bûye" jibo ku li gor hevkirina nû dê 40 dîlan serbest berde yên ku di 7ê Cutmeha borî de ew revandbûn Gazayê.
Roja Şemiyê "Axios", eşkere kir ku "rayedarên Îsraîlî bi hişyarî serederiyê li gel wê peyamê dikin, û bi hêvîne ku dawiya hefteyê naveroka peyamê zêdetir ji wan re zelal bibe ka tevgera Hamasê derbarê danûstandina çend cidîye ya ku li Amerîka hin welatên din di lîsta terorê de ye.
Yek ji wan sê rayedaran ku ji malpera Axios re peyivîne got, raste erênî ye, ji ber ku ji bo yekem car, piştî peymana berê, ji bo vegera danûstendinan livînek heye," ji asta cemidaninê bûye asta sarbûnek zêde."
Li gorî rapora Axios yek ji rayedarên Îsraîlê gotiye, welatê wan ti pêşniyareke zelal derbarê peyama Hamasê û car dî destpêkirina diyalogê wernegirtî ye, û got "Lê her çawan be heta niha bûşahiyek mezin heye."
Axios hewl da xwe bigehîne nûnerê Qatarî û ofîsa Serokwezîrîya Îsraîlê da ku derbarê nameyê bersivekê bistîne, lê ti encam nebûn.
Li gorî rayedarên Tenduristiyê li Gazayê zêdetirî 21,000 mirov, piraniya wan jin û zarok in, di operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Gaza hatine kuştin.
Jêeder: Axios/Alhurra