Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Eger Îran Êrîşî Qeterê Bike, Emê Zevîyên Gazê yên Parsa Başûr Wêran Bikin

Zeviyên Gazê - Qeter - Ra'is Leftan
Zeviyên Gazê - Qeter - Ra'is Leftan

Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Îranê xwar û got ku eger Îran careke din bingehên enerjîyê armanc bigire, dê zevîyên gaza Parsa Başûr wêran bikin.

Ev daxuyanî hat piştî pêşketinên dawî yên li herêmê ku dibe bibin sedema girjîyên zêdetir.

Trump got ku dibe Amerîka "bi hêzek zêde wê qadê bi tevahî wêran bike" eger Tehran êrîşî welatên "bêguneh" ên wekî Qeterê bike.

Serokê Amerîkayî herwiha hişyarî da ku ji bo her hewldana girjîyên din yên zêde encamên cidî dê hebin.

Trump roja Çarşemê got ku Îsraîlê êrîşa li ser qada gazê ya Parsa Başûr a Îranê pêk anîye û Amerîkayê û Qeter di wê êrîşê de beşdar nebûn. Wî ew êrîşa Îsraîlê rexne kir.

Trump li ser Truth Social nivîsî: "Amerîka ji vê êrîşa taybet haydar nebû, û Qeter jî bi ti awayî beşdar nebû û pêşwext jî haya wê ji êrîşê nebû."

Di bersiva êrîşa li ser zevîyê gazê yê Başûrê Parsê de, Tehranê êrîşên tolhildanê li ser mezintirîn zevîyê gazê li Qeterê, Ra’is Leffan, pêk anî. Li gor Dohayê, êrîşên Îranê "zirareke mezin" peyda kir. Êrîş di navbera herdu welatan de bûye sedema nakokîyeke dîplomatîk.

XS
SM
MD
LG