Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Reftarên Welatên Dewlemend li Hember Welatên Hejar Rexne Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres roja Şemiyê rexne li welatên dewlemend û mezinên enerjiyê yên cîhanê kir, ji ber tengavkirina neteweyên hejar bi rêjeyên bilindên faîzê û bihayên sotemeniyê.

Guterres di axaftina xwe de li Dohaya paytexta Qeterê, ji serokên zêdetirî 40 welatên herî bêpar re got ku divê welatên dewlemend salê 500 mîlyar dolar bidin da ku alîkariya kesên din bikin yên ku "di van bazineyên xerab de asê mane" yên ku hewildanên xurtkirina aboriyê û karan asteng dikin.

Civîna Welatên Kêm Pêşketî (LDC) bi şêwekê asayî her 10 salan carekê tê lidarxistin, lê ji sala 2021an vir ve ji ber pandemiya vîrusa Korona du caran hate paşxistin.

Afganîstan û Myanmar, du welatên herî hejar, di civîna Dohayê ya 46 dewlwtên LDC de amade nebûn, ji ber ku ji hêla endamên Neteweyên Yekbûyî ve dan bi hikûmetên wan nayên kirin .

Ti rêberek ji aboriyên mezinên cîhanê beşdarî civînê nebû. Di civîna rêberan de berî destpêkirina konferansa giştî ya LDC roja Yekşemê, Guterres raste rast rexne li şêwazê karkirinê yê welatên dewlemend kirin bi welatên hejar re.

Wî got "Pêşveçûna aborî ya bi zehmete dema ku welat ji bo çavkaniyan birçî ne, di qeran de xeniqîne, û hîn jî têkoşîn dike bi ne yeksaniya dîrokî ya bersivdana COVID-19 "

Welatên LDC gilî kirin ku wan hejmareka dadperane ji derziyên Covid-ê yên ku bi şêweyekê sereke çûn Ewropa û Amerîkaya Bakur wernegirtîne .

Herwiha wî got ku "mezinên sotemeniya fosîl qezencên mezin bi destixin, dema ku bi mîlyonan li welatên we nikarin xwarinê bidanin ser masê."

Guterres got ku neteweyên herî hejar di "şoreşa dîjîtal" de li paş mane û şerê Ukraynayê bihayê xwarin û sotemeniyên wan zêde kiriye.

Çavkanî : AFP

XS
SM
MD
LG