Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwecihên 80 Welatan Dikarin Bê Vîze Seredana Qatar Bikin


Welatê Qatar li hember ambargoya 4 welatên Erebî, roja Çarşemê da xûyakirin ku, xwecihên 80 welatan li cîhanê dikarin bê vîze bihên di nav axa Qatarê de.

Welatiyên dehan dewletan li seranserî cîhanê yên weke Hindistan, New Zealand, Lûbnan û Başûrê Afrîqa, dikarin bêne Qatar bê ku, daxwaza vîzê bikin, Qatar dixwaze torîzim û aborîya xwe bihêz bike, piştî dorpêça herçar welatên Erebî, herwiha Qatar dixwaze hemû rêyan veke jibo Cama Cîhanî ya Football'ê ya 2022.

Rê dê hête dan ku, welatiyên 33 dewletan heta 180 rojan li Qatar bimînin û welatiyên 47 dewletan heta 30 rojan bimînin, bê ku, vîza wan hebe.

Hesen Îbrahîm berpirsê kerta geşepêdan û torîzmê roja Çarşemê li Duha gote rojnamevanan, "ev plan dê bihêle ku, Qatar ji hemû welatên li herêmê zêdetir vekirî bimîne û bi rihetî xelk seredana Qatar bikin".

Erebistana Saûdî, Îmarat, Bahrên û Misrê li roja 5î meha Xizîrana bûrî biryara birîna têkiliyên xwe li gel Qatarê dabû, hemû rêkên hatin û çûnê yên bejahî, avî û esmanî li hember wî welatî girt bûn. Wan welatan, ev biryar stend piştî ku, wan Qatar bi piştevaniya terorê û têkliyên bi Îranê re tawanbar kirîn, lê Qatar herdem ev tawan red kirîye.

Ji dema 4 welatên Erebî ku, piraniya wan welatên Kendavî ne, têkiliyên xwe bi Qatarê re birîn, Qatar hewil dide, li derveyî welatên kendavê têkiliyên xwe yên bazirganî û dîplomasî xûrt bike.

XS
SM
MD
LG