Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêxê Qatarî: Bi Destê Zorê li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Hatime Girtin


FILE - Qatar's flag flies in front of the Qatar National Bank's head office building in Doha, Nov. 30, 2009.

Şêx Abdullah Bîn Alî El Tanî yê Qatarê îdia kir ku li Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bi destê zorê tê girtin.

Tanî bo çareserkirina kêşeya Qatar û welatên Kendavê, di danûstandinan de roleke girîng lîstibû.

Tanî ji ser vîdeoyeke YouTube, ku do Yekşemê hat weşandin, dîyar kir ku ji alîyê Prensê Cîgir yê Abu Dabî Şêx Mihemed Bîn Zayîd Al Nahyan ve hatiye girtin.

Şêxê Qatarî dîyar kir ku bo serdana Cîgirê Prens şêx Mihemed Bîn Zayîd Al Nahyan hatiye Abu Dabî, lê êdî ew ne wek mêvanan e û ger tiştek bi serê wî de were jî berpirs ne Qatar e.

Karbidestên Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî îdiayên Tanî pûç kirin.

WAM, ajansa fermî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, ji zarê wezareta derve ya wî welatî da zanîn ku şêxê Qatarî kengî bixwaze dikare vegere.

XS
SM
MD
LG