Lînkên eksesibilîtî

Qatar Dibêje Rewşa Aborîya Wê Baş E


Wezîrê Darayî yê Qatarê Alî Şerîf el-Emadî

Wezîrê Darayî yê Qatarê Alî Şerîf el-Emadî îro Duşemê bawerîya xwe li ser rewşa aborî ya Qatarê ragihand, piştî ku cîranên wê hefteya peywendîya xwe ligel wî welatî birîn û borî sînorên xwe bi tevahî girtin.

Emadî di hevpeyvînekê de bi televîzyona CNBC got ku hin dijwarî li pêş Qatarê hene, lê jîyan li welatê wî wek demên berê didome.

"Bawer nakim ku li ser aborîya xwecihî, tiştekî ku em serê xwe pê bêşînin heye. Nerîna gelek kes ev e ku tenê Qatar dê ji vê rewşê zararê bibîne, lê eger ku emê dolarekê hinda bikin, ew jî dolarekê hinda bikin.”

Emadî dîyar kir ku bi birîna peywendîya ligel Qatarê, Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê jî rûbirûyê zîyanên diravî ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ew welatên navborî, bi sedema ku Qatar piştgirî dide terorîzmê, peywendîya xwe bi Doha re qut kiribûn.

XS
SM
MD
LG