Emîrê Qatarê Şêx Temîm Bîn Hemed el-Sanî îro Çarşemê balyozê xwe yê bo Erebîstana Saudî destnîşan kir, piştî ku Rîyadê di Hezîranê de nûneratiya xwe yê li Doha jinûve erkdar kir.
Ofîsa Şêx Temîm bi daxuyanîyeke ragihand ku Bandar Mihemed El Attiyah wek balyozê Riyadê hatiye erkdar kirin.
El Attiyah berê balyozê Qeterê yê li Kuweytê bû û her wiha di şerê Kendavê de navbeynkarî kiribû.
Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Bahreyn di Berfanbarê de biryar dan ku bi Qatarê re peywendîyên siyasî, bazirganî û rêwîtiyê jinûve ava bikin, yên ku di 2017'an de jiber sûcên ku Qatar piştgiriyê dide terorê qut bûbûn.
Qatar tawanbarîyên ku ew piştgiriyê dide terorê, red dike. Erebîstana Saudî û Misrê bi Qatarê re peywendîyên dîplomatîk danîn, lê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî hîn ew nekiriye.
Tevahîya ji bilî Bahreynê peywendîyên bazirganî û rêwîtiyê sererast kirin.
Qatarê meha borî jî bo Misrê balyozeke destnîşan kiribû, piştî Qahîreyê di Hezîranê de yê xwe ragihandib û.
Erebîstana Saudî, di pêyvajoya sererastkirina peywendîyên bi Qatarê re ku biçûk lê dewlemend e, pêşengiyê dike.
Hevdem, ji hêla aborî ve jî feydê werdigire ji ber ku ew hewl dide berê weberhênana biyanî bide nava welêt û herwiha kêfa Amerîkayê tîne.