Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Qazayeke Trafîkê de 42 Kes li Fransa Hatin Kuştin


Di qazayeke trafîkê de, herî kêm 42 kes li bajarê Bordeaux ya Fransa hatin kuştin ku piranîya qurbanîyên pîr û kalên karkenarbûyî (teqawît) ne.

Karbidestên Fransî dibêjin, rûdana trafîkê ku otobuseke rêwîyan wergerî, qazaya herî xirab ya 30 salên borî ya li wî welatî ye.

Li gor agahîya karbidestan, qamyonekê li nêzîkî gindekî bi navê Puisseguin li otobuseke tijî nefer qelibî û her du wesayîr bi agir ketin û şewitîn.

Karbidest didine zanîn ku 8 kes ji rûdanê rizgar bûn û tîmên hawarçûnê demûdest giheştin cîhê bûyerê.

XS
SM
MD
LG