Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneke Trafîkê de 3 Penaber li Herêma Wanê Hatine Kuştin


Bajarokê Çaldiran
Bajarokê Çaldiran

Bajarê Wanê di van demên dawî bi pêlên penaberan tê rojevê.

Di rûdaneke trafîkê ya ser sînorê Tirkîyê û Îranê de, 3 penaber do Çarşemê li bajarokê Çaldiranê ya Wanê hatine kuştin.

Di rûdanê de herwiha 4 penaber û 2 leşker jî birîndar bûn.

Bûyer Çarşemê serê sibê li nêzî bingeha leşkerî ya Tirk ya bi navê Alpaslan pek hat.

Li gor jêderên xwecihî rûdan dema ku leşkerên Tirk penaberên ku li ser sînor desteser kirin, dibirin bingeha leşkerîyê qewimî.

Li gor heman jêderan 3 koçber li cîhê bûyre jîyana xwe ji dest dane, 4 koçber û 2 leşker jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê tîmen saxlemîyê termên koçber û birîndaran ji Nexweşxaneya Çaldiranê re hatin veguhastin.

Dîsa di 11 mehê de li bajarokê Begirî ya (Muradîye) Wanê di rûdaneke trafîkê de 12 penaber hatibûn kuştin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Amerîka biryar da ku hêzên xwe ji Afganîstanê vekişîne, ji meha Gulanê vir ve pêlên koçberan jî destpê kiribû û gelek kes xwe digîhînên herêma Wanê.

AA_29_07_21_Wan_Rûdana_Trafîkê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:40 0:00

XS
SM
MD
LG