Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Sêdaredana Qazî Mihemed di Nav Mercên Lawazbûna Rejîma Îranê de Tê Bîranîn

Îro Sêşemê 31’ê Adarê 79 sal di ser sêdaredana rêberê Kurd Qazî Mihemed re derbas dibin, li demekê ku Rojhilatê Kurdistan û Îranê di rewşeke cuda de ne.

Qazî Mihemed di 31’ê Adara 1947’an de li Mehabadê, tevî hevalên xwe, li meydaneke giştî ya bajêr hatin sêdaredan, piştî têkçûna Komara Mehabadê (Komara Kurdistan).

Sedema serekî ya vê cezayê, têkoşîna tevgera Kurdî û serhildana Kurdan a ji bo bidestxistina azadî û mafên Kurdan bû. Di wê demê de, hikûmeta Îranê ev tevger wekî metirsîyek li ser yekîtîya welêt dît û bihêz û serkutkirin bersiv da.

Her sal, di vê rojê de, Kurd li her derê cîhanê vê bûyerê bi çalakîyên cihêreng bibîr tînin, ji civîn û daxuyanîyan heta çalakîyên çandî û semînerên siyasî û dîrokî. Ev bîranîn di heman demê de ye ku tevgera Kurdî tekezîyê li ser daxwazên maf, azadî û nasnameya neteweyî li Rojhilatê Kurdistanê dike.

Îsal, salveger di şert û mercên taybet û giran de tê bîranîn. Li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê, girjîyên herêmî û navxweyî zêde bûne, bi taybet piştî ku Operasyona Hêrsa Dasatanî ya ku Amerîka û Îsraîlê di 28'ê Sibatê de li dijî rejîma Tehranê daye destpêkirin.

Di operasyonê de heta niha gelek karbidestên payebilind ên rêza yekê û duyê ji rêjîma Îranê hatine kuştin, di nav de rêberê olî Elî Xamineyî.

Abdullah Hîcab, şirovekarê siyasî û pisporê pirsên Îranê, di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka got: "Qazî Mihemed rêberê tenê yê Rojhilat nebû, her Kurdek wî weke sembolekê, weke rêberê yekemîn Komara Kurdan, Komara Kurdistanê, dibîne. Ew di dîroka Kurdistanê de bûye aykonek her kes hûrmetê jê re digire. "

Derbarê operasyona Hêrsa Dastanî û jinavbirina gelek rêberên rejîma Îranê, Hîcab got "Wê rejîmê wiha xwe ava kirîye ku cîhan ji wan re be, ne dixwestin ku li gor pîvanên îro yên cîhanê tevbigerin, ne dixwestin li gor pîvanên demokratîk tevbigerin, ligel cîhana azad, cîhana vekirî danûstandinê bikin."

"Komara Îslamî ya Îranê ji derveyî kuştina mirovan, binpêkirina mafan, wan li cîhanê torên terorê çêkirine û belav kirine," Hîcab diyar kir.

Karbidestên Amerîkayê didin zanîn ku rejîma Îranê di şer de piranîya hêza xwe ya esmanî, deryayî û şiyanên çek û mûşekan ji dest dane, lê rejîm dîsan rijdîyê li ser şer dike û piranîya welatên li herêmê bi mûşek û dronan dike armanc.

Şîrovekar Hîcab derbarê metirsîya rejîma Îranê dibêje, "Ya rast cîhanê Komara Îslamî ya Îranê baş nas nekir, tehlîke û xeterîya Komara Îslamî baş fêm nekir heta dema dawî. "

"Bi bawerîya min Trump serkirdeyên Komara Îslamî û tehlîkeya ku Komara Îslamî bo cîhanê heyî baş fam kir û biryarek di cî de da, biryarek durist da, û Trump xwest ku hesabê ji wan serkirdeyan bistîne, hesaba wan cînayet û tawanên li hember netewên Îranî kirine, li hember civaka navnetewî kirine," Hîcab got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG