Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Qedexeya Rêwîtîyê Berfirehtir Dike


Qesra Sipî ragihand ku ewê bo Venezuela, Koreya Bakur û Çadê, qedexeya rêwîtîyê ragihînin. Qedexe dê di 18’ê Cotmehê de destpê bike.

Serokê Amerîka Donald Trump, piştî serokbûna xwe xwestibû ku bo hemî hemwelatîyên Îran, Lîbya, Somalî, Sûdan, Sûrîye, Yemen û Îraqê qedexeya rêwîtîyê bîne, lê dadgeha biryara wî betal kiribû.

Piştre, dijî wan welatan qedexeyeke din ya siviktir hatibû ragihandin û Îraq ji lîsteyê hatibû derxistin.

Venezuela û Koreya Bakur, dê bibin welatê pêşî yên piranîya wan ne Misilman yên li ber qedexeya rêwîtîyê.

Li gor qedexeya di merîyetê de, tene yên vîzaya wan ya Amerîka û merivên wan li wî welatî hene dikarin herin Amerîka.

Serok Trump, piştî êrîşeke Londonê ya di vê mehê de dîyar kiribû ku ewê qedexeya rêwîtîyê berfirehtir bikin.

Karbidestekî Qesra Sipî ji Reuters’ê re dîyar kir ku jiber ku Koreya Bakur hevkarîya bi Amerîka re red kiriye ketîye lîsteyê. Wî karbidestî da zanîn ku ji Koreya Bakur pir hindik kes serdana Amerîka dikin.

XS
SM
MD
LG