Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Difikire ku Qedexeya Laptopan ya di Firokan de Berfirehtir Bike


Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka John Kelly dîyar kir ku ew difikirin ku qedexeya laptopan ya di firokan de berfirehtir bikin.

Kelly ji kanala Fox News re da zanîn ku alavên elektronîk di firokên sîvîl de gefên tund çêdikin.

Kelly got ku terorîstan ji xwe re kiriye armanc ku firokeke ku difire bixînin xwarê.

Li gor qedexeya ku di meha Adarê de destpê kiribû, di firînên ber bi Amerîka yên ji 8 firîngehên 10 welatan de, alavên elektoronîk yên ji telefonan destan mezin tenê bi kargo dihatin sitandin.

Kelly dîyar kir ku ew difikirin ku vê qedexeyê bo hemî firînên ber bi Amerîka ve û yên ji Amerîka bînin.

Li ber e ku vê havînê, di navbera welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Amerîka de 3250 firîn pêk werin.

Brîtanya jî jibo firînên ji Tirkîye, Lubnan, Urdun, Misir, Tunus û Erebîstana Siudî heman tedbîr sitandibû.

Kelly, hefteya borî li Brukselê bi karbidestên Komîsyona Ewrupa re ser qedexeya serçokan ya di firokan de axifîbû.

XS
SM
MD
LG