Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qedexeya Çûnûhatinê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Tê Rakirin


Qamişlo
Qamişlo

Rêvebirîya Xweser biryar da ku di qedexeya çûnûhatinê li Bakur û Rojhilata Sûriyê di 16'ê Hezîranê de were rakirin.

Di daxuyaniyekê de, Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêvebirîya Xweser a li Bakur û Rojhilata Sûriyê ragihand, ku qedexeya çûnûhatinê ku bi armanca rêgirtin li ber belavbûna vîrusa koronayê hatibû bicîkirin, dê bê rakirin.

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Qedexeya beşî ya ji ber şewba Koronayê ji 16/06/2020 ve radibe.”

Berdevkê hêza ewlekarîya hindrîn Elî Hesen ji bo Dengê Amerîka ev agahî dan.

"ser bingeha birîyara ya jimara 63 ya bakûr û Rojhilata sûrîyê, ya ku Qedexeya beşî ya ji ber şewba Koronayê ji 16/06/2020 veli hemû herêmên me radibe,hêza ewlekarîya hindrîn ser bigeha vê birîyarê wê hemû tedbîrên qedexikirina çûnûhatinê rake, her wisa wê hemû dergehên sînorê girtî bin, ji bilî el-Tayihe û Tebqa bêş rewşên mirovahî vekirî bin. "

Di heman daxuyaniyê de, hatiye diyarkirin ku deriyên sînorî dê girtî bimînin heya ku biryareke nû derbarê wan de tê dayîn.

Li her du deriyên el-Tayihe û Tebqa yên bi navçeyên di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê re dê ji bo rewşên mirovî yên weke nexweşî û jibo xwendekaran vekirî bin.

Lê hat tekez kirin ku wê dergehê Sêmlaka pêş rewşa çûnûhatinê girtî bimîne, ji bilî ji bo vegera welatîyên sûrîyê ku li herêma kurdistanê asê man e.

Rêvebirê dezgeha rêdanê ya derghê Sêmalka Kamîran Mihdî ji dengê Amerîkare ev agahî tekez kir.

Birê Mihdî dibêje :

"Wê dergehê Sêmalka girtî bimîne li pêş çûn û hatinê, lê tenê ji bo vegera kesên asê li herêmê ji bo vegera wan vekirî be. "

Li alîyekî din, xwedîyên xwarin geh û baxçeyan paqijkirin û amadekarîyên vekirinê dikin roja 16 vê mehê.

Mihemed ibrahîm xwedîyê xwaringehekê li Qamişlo , ew ji dema weşana birîyarê, ligel karmendan berê xwe da xwaringeha xwe ku ser taxa sîyahî ya Qamişlo û dest bi paqijkirinê kir, da ku sibe roja Sêşemê dest bi kar bike.

Ji Dengê Amerîka re dibêje :

"ev sê meh in me karnekir ye, ji bo me pir zehme bû."

Rêvebirîya Xweser cara yekem ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, di 21ê Adara îsal de qedexeya çûnûhatinê ragihandibû û piştre bo çendên caran ew qedexe dirêj kiribû.

XS
SM
MD
LG