Hikûmeta Tirkîyê îro qedexeya derketina ya çar rojî ragihand ku di behnvedana Sala Nû de pêşî li belavbûna COVID-19 bigire.
Walîyê Stenbolê ragihand ku 34 hezar endamên hêzên ewlekarîyê li kolanan bin ku biryara qedexeya derketinê kontrol bikin û bi cîh bînin.
Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê jî ragihand ku li seranser welêt pirtir ji 208 hezar polîs û karmendên din wê bixebitin û xalên kontrolê deynin.
Hikûmetê da zanîn ku gerokên bê destûra taybet wê nikaribin seredana cîhên sembolîk yên navdar yên wek qad û şûnwarên dîrokî bikin.
Tirkîye li seranser cîhanê yek jî wan dewletan e ku zararên herî mezin ji vîrusa korona dîtiye, lê pêzanînên fermî nîşan didin ku hejmara rojane ya pêketinên nû piştî qedexe û tedbîrên pêşîgir ji 30 hezaran daketiye 16 hezaran.
Wezareta Saxlemî ya Tirkîyî ragihandibû ku heta niha bi fermî 20,642, kes ji COVID-19 mirine.