Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qersê Hevşaredar Alaca jî di Nav de 19 Kes Hatin Desteser Kirin


Bajarê Qersê
Bajarê Qersê

Hêzên Ewlekarîyê yên Tirkîyê îro Pencşemê li bajarê Qersê bi ser malan de girtin 19 kes desteser kirin.

Di nav kesên biçşavkirî de hevbajarvana Qersê Şevin Alaca, hevserokê HDP’ê yê Qersê Cengîz Anli û rojnamevan Selda Manduz jî hene û ew bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” hatin desteser kirin.

Li gor Ajansa Anadolu ya dewletê, serdozgerîya komarî ya Qersê di çarçoveya lêpirsîna 2014-2015’an de cîgirên serokên şaredarîye, endamên meclîsa şaredarîyê yên HDPê jî di nav de 19 kes bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” desteser kirin.

Li gor heman jêderê li malên van kesan û avahîya HDP’ê ya bajêr û avahîya Şaredarîya Qersê lêgerin hatiye kirin.

Parêzerê kesên binçavkirî Bişar Alinak got ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve serê sibê derîyên malên sîyasetvanên Kurd hatine şikandin û ew hatin binçav kirin.

Bişar Alinak
Bişar Alinak

“Mixabin em wek parêzerên van kesan, operasyona dijî HDP’ê û naveroka dosyayê jî ji dezgehên ragihandina Tirk dizanin. Jiber ku dozgerî li ser dosyayê bo çar rojan bîryara nepenîyê daye û ti agahî nade me.”

Alinak got ku piştî binçavkirina hevbajarvanê Qersê Ayhan Bilgen ji gelek alîyan ve peyamên piştgirîyê ji HDP’ê re hatin.

“Hember vê yekê careke din operasyon dijî HDP’ê dan destpê kirin ku vê piştevanîyê belav bikin.”

Bîlgen, ku niha li Enqerê desteserkirî ye, do karvekişîna xwe ragihandibû û gotibû bû ku meclîsa bajarvanîyê dikar di nava xwe de bajarvanekî hibijere û Alaca pêşnîyar kiribû.

Alinak bal kişand ser helwesta Bilgen û got ku di operasyona îro de ligel Alaca 4 endamên meclîsa bajarvanîyê yên HDP’ê hatin dester kirin û li meclîsa bajêr tifaqa Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bûn desthilatdar.

“Dîyarê ku ev operasyon bi zanebûn tê kirin. Dixwazin li Qersê dawî li HDPê bînin û şûna hevbajarvanên wê qayum danîn. Rûniştvanên bajêr ji van operasyonan pir bê huzûr bûne û van desteserkirinan qanûnî nabînin,” Alinak got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 25’ê Îlonê de Serdozgerîya Komarî ya Enqerê di çarçoveya lêpirsîna "bûyerên Kobanê" de ligel hevbajarvanê Qersê Bîlgen, 20 sîyasetvanên Kurd hatibûn desteser kirin.

AA_01_10_20_Qers_Alaca
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG