Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Tirkîyê Qayum Danî Bajarvanîya Qersê ya Destê HDP'ê


Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca ji kar dûr xist û walîyê bajêr Turker Oksuz li şûna wan, wek bajarvan erkdar kir.

Bîlgen bi îdiaya "têkbirina yekîtîya dewletê" ligel 17 sîyasetvanên Kurd hat zîndan kirin, Alaca jî bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” ligel 21 sîyasetvanên Kurd hat desteser kirin. Wezaretê îro jibo bajarvanîya Qersê qayum destnîşan kir.

Wezaretê di daxuyanîya nivîskî de sedema danîna qayumê, lêpirsînên derheqê Bîlgen, Alaca û endamên meclîsa bajarvanîyê yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de eşkere kir.

Piştî danîna qayumê, derdorê avahîya bajarvanîya Qersê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hat dorpeç kirin. Hat dîtîn ku wek nîşaneya serkeftinê Oksuz li ber derîyê avahîya Şaredarîya Qersê nimêj kir.

Parlamanterê HDP’ê yê Îdîrê Habîp Eksîk ku jiber operasyonên dijî partîya xwe li bajarê Qersê ye, got ku niha li Tirkîyê edalet ketiye bin desthilata AKPê.

“Pir bi hêsanî ji Kurdan re û ji HDP’ê re sûc amade dikin. Alaca û Bîlgen xencî xizmeta gelê Qersê ti tişt nekirine. Jiber xizmetên bajarvanên HDP’ê yên serketî ne, AKP aciz bûye loma sîyasetvanên Kurd bi terorîzmê sûcdar dike.”

Eksîk herwiha dibêje ku niha tevahîya bajarê Qersê bin dorpeça hêzên ewlekarîyê de ye û destûr nadin kesekî ku hember danîna qayuman bertekan nîşan dibin.

HDP’ê di hilbijartinên rêvebirîyên xwecîhî de 65 bajarvanî bi dest xistibûn. Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê (YSK) destûrnameya 6 bajarvanên HDP’ê betal kiribûn.

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê jî heya niha jibo 48 bajarvanên HDP’ê ji kar dûr xistine, herwiha 5 bajarvan bi sedemên guhartina partîyan û dest ji karberdanê kêm bûn.

Niha di destê HDP’ê de tenê 4 şaredarî mene ku du ji wan bajarok du jî nahîye ne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00

XS
SM
MD
LG