Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Hikûmeta Federal Dê Piştgirîyê Bide Hevkarîya Merck û Johson & Johnson


Şîretvanê Vîrusa Korona yê Qesira Sipî Andy Slavvit dîyar kir ku hikûmeta federal plan dike ku 100 mîlyon dolar bo hevkarîya Merck û Johnson & Johnson ya bo vaksînê bide.

Slavvit dîyar kir ku ew piştgirî dê çêkirina vaksîna yekdozî leztir bike.

Wî got ku bi piştgirîya kompanîya Merck ya bo Johnson & Johnson dê kapasîteya wê ya bo çêkirina vaksîna du qat zêde bibe.

Johnson & Johnson dabû zanîn ku ewê heta dawîya Gulanê 200 mîlyon doz bide hikûmeta federal, û di asta cîhanî de jî dîyar kiribû ku ewê heta dawîya 2021’ê bi qasî 1 mîlyar doz çêke.

Serok Joe Biden roja Sêşemê gotibû ku vaksînên Amerîka dê di meha Gulanê de têra hemî welatîyan bikin.

Johnson & Johnson, Pfizer û Moderna heta niha bi hikûmeta federal re ser 700 mîlyon doz vaksîn li hev kirine.

XS
SM
MD
LG