Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Bo Dîwarê li Sînorê Meksîko Dibe ku Rewşa Awarte Were Ragihandin


Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump dê ‘’qanûna ewlekarîya neteweyî’’ ya Komarî û Demokratan li ser wê li hev kiriye îmza bike û bo avakirina dîwarê li sînorê Meksîko jî dibe ku rewşa awarte ragihîne.

Jiber ku Demokratan, pereyên bo dîwarê li sînorê Meksîko nepejiraandibû, budçeya Amerîka di meha Berfanbarê de nehatibû pejirandin û hin xizmetên federalî sekinîbûn.

Berdevka Qesira Sipî Sarah Sanders dîyar kir ku Trump bo bi budçeya leşkerî dîwêr ava bike, dixwaze rewşa awarte ragihîne.

‘’Serok li ser sozên xwe yên derbarê avakirina dîwêr, parastina sînor û ewlekarîya welêt disekine. Bu kêşeya mirovî ya li sînor û ewlekarîyê, Serok dê hin biryarên îdarî bide, rewşa awarte jî di van van de ye’’ Sanders got.

Bo hikûmet careke din neyê girtin, divê Kongres heta roja Înê nîvê şevê bernivîsê bipejirîne û Trump jî wê îmza bike.

XS
SM
MD
LG