Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Bang li Moskowê Dike ku Navalny Demûdest Berde


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku ew jiber rewşa rêberê opozîsyona Rûsya Aleksey Navalny ketine fikaran. Psaki bang li Moskowê kir ku Navalny demûdest berde.

Medya Amerîkî dîyar kiribû ku Navalny jiber nexweşîyê veguhestine nexweşxaneya girtîgehê. Li gor nûçeyan, Navalny testa vîrusa korona jî kiribû.

Çapemenîya Rûsya dabû zanîn ku Navalny îdia kiriye ku li girtîgehê nexweşîya weremê heye û karbidestan li ser wê îdiayê ew roja Duşemê birine nexweşxaneyê.

Navalny, çend saetan berî here nexweşxaneyê, ji medya civakî dîyar kiribû kuxikên wî giran in û taya wî zêde ye.

Rêberê opozîsyonê dabû zanîn ku pêdivîya wî bi dermankirinê heye û gotibû ku jiber ku derfetê nadinê, wî dest bi greva xwebirçîkirinê kiriye.

Sekreterê Giştî yê Lêxweşbûna Navneteweyî (Amnesty International) Agnes Callamard ji Reutersê re dîyar kiribû Rûsya li girtîgehan kiryarên di asta êşkenceyan de dike.

Li ser van îdiayan, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanya Angela Merkel bi rêka telekonferansê bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re axifîn û ji wî xwestin ku berevanîya saxlemîya Navalny bikin.

Amerîka û hevalbendên wî yên Ewrupî bo berdana Navalny dijî Rûsya tole ragihandine.

Karbidestên hikûmeta Rûsya toleyan rexne dikin û dibêjin ku welatên rojava may li sîyaseta wan ya navxweyî dikin.

XS
SM
MD
LG