Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Êrîşa li Stenbolê Şermezar Kir


Qesira Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî êrîşa li Stenbolê şermezar kir.

Daxuyanî bi navê Berdevika Qesira Sipî Karine Jean-Pierre hat belav kirin.

Li gor daxuyanîyê, Amerîka êrîşa li Stenbolê bi tundî şermezar dike û bo nasên wan kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane sersaxî dixwaze.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Amerîka di têkoşîna dijî terorê de ligel Tirkîyê ye.

Medya Tirkîyê dide zanîn ku bir êrîşa bombeyî 6 kes hatine kuştin û nêzî 100 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu dîyar ku kesê bombe danîye hatiye desteser kirin.

Soylu got ku li gor lêkolînên wan pêşî di êrîşê de tilîya PKKê heye, lê PKK îro bi daxuyanîyekê ragihand ku ti peywendîya wê bi êrîşê tuneye.

XS
SM
MD
LG