Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Tirkîye Êdî Nikare Beşdarî Bernameya F-35 Bibe


Amerîka dîyar kir ku Tirkîyê jiber ku ji Rûsya S-400 sitandine nikare beşdarî bernameya firokên cengê yên F-35 bibe.

Qesira Sipî da zanîn ku F-35 û ‘’platforma berhevkirina îstixbarata Rûs’’ nikarin bi hev re werin karanîn.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku Tirkîye hevalbendê NATO ye û bi sitandina S-400, zarar daye dûrketina ji sîstema Rûsya.

Herwiha di daxuyanîyê de hat gotin ku Washington û Enqere dê hevkarîyê dîsa jî bidomînin û ewê bala xwe bidin ser peywendîyên stratejîk.

XS
SM
MD
LG