Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî Sûrîyeyê Şermezar Dike


Penaberên Sûrî bi pankartên xwe dixwazin dengên xwe bilind bikin. Pankarta duyê ya ji destê rastê dibêje "Cisr El Shugur ji Beşar Esed bipareze. Spas ji Tirkîyê re, spas ji Erdogan re". Bajarokê Kampa Penaberan ya Altinozu'yê. Hatay, Tirkîye.
Penaberên Sûrî bi pankartên xwe dixwazin dengên xwe bilind bikin. Pankarta duyê ya ji destê rastê dibêje "Cisr El Shugur ji Beşar Esed bipareze. Spas ji Tirkîyê re, spas ji Erdogan re". Bajarokê Kampa Penaberan ya Altinozu'yê. Hatay, Tirkîye.

Qesra Sipî tepeserkirina hikûmeta Sûrî ya xwepêşandanên Înîyê bi tundî şermezar kir, ku 28 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatin kuştin.

Qesra Sipî dibêje, Serokê Sûrîyê Beşar Esed welatê xwe ber bi “rêyeke xeter” ve dibe.

Dîdevan û bizavkar dibêjin, herî kêm 10 kes li bajarê Idlib ya bakurêrojava hatine kuştin. Artêşa Sûrî bajarê Maaret El Numan ji topbaran kir. Televîzyona dewletê ya Sûrî radigîhîne, grubeke çekdar êrîş bire ser hêzên ewlekarîyê û jimareke avahîyên hikûmetê jî şewitandin.

Hevdem, Neteweyên Yekbûyî jî dibêje, Beşar Esed bersîva telefonên Sekreterê Giştîyê Ban Ki-moon nade. Li alîyê din, Neteweyên Yekbûyî dide zanîn, birêz Ban çend caran hewil daye ku bi Esed re bipeyîve, lê rêberê Sûrî nehatiye ser telefonê.

Li vê demê ku dorpeça leşkerî ya li ser bajarokê Cisr El Shugr berdewam dike, bizavên dîplomatîk jî ji çend enîyan didomin.

Dîplomatên Neteweyên Yekbûyî do Înîyê li ser bernivîsa pêşbiryarek danûstandinanan kirin ku bang li Civata Ewlehîyê dike ku eciqandina hikûmeta Sûrî şermezar bike. Gelek welatên Rojava piştgirîya bizavê dikin lê Rûsya û Çîn dijberîya xwe ragihandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayip Erdogan, jibo eciqandina wê ya xwenîşanderan hikûmeta Sûrî şermezar kir. Ajansa Anadolu ya niv-fermî radigîhîne ku birêz Erdogan gotiye, hikûmeta Sûrî bi rengekî mirovane tevnegerîyaye.

Nûnerê taybet yê Rûsyayê Mikhail Margelov jî roja Înîyê got, ew plan dike ku li demeke nêzîk, bi nûnerên opozîsyona Sûrî re kom bibe.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1100 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.

XS
SM
MD
LG