Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden li Qesra Spî Dê Şahê Urdunê Pêşwazî Bike


Arşîv: Şahê Urdunê, Şah Abdullayê Duyan
Arşîv: Şahê Urdunê, Şah Abdullayê Duyan

Roja Duşemê serokê Amerîka Joe Biden Şahê Urdinê, Şah Abdullayê Duyan li Qesra Spî pêşwazî dike, gelek mijarên sereke yên herêmî di rojeva hevdîtina wan de hene, zêdebarî diyarkirina piştevaniyê bo şahê Urdunê piştî zêdegaviyên li dij desthilata wî pêkhatîn.

Peyvdara Qesra Spî Jen Psaki got, "Dê delîvek be, jibo gotûbêjên derbarê gelek pirsgirêkên rastî rojhilata navîn tên û beriz nirxandina rolê Urdunê yê pêşengî jibo pêşxistina aştî û aramiya li herêmê."

Urdun bi "Hevparê ewlekarî û hevalbendê sereke yê Amerîka li herêmê" wesif kir.

Tê çaverê kirin ku di danûstandinên Duşemê behsa rewşa li Sûriyê jî hebe, ku aloziyên li Sûriyê bûne sedem ku nêzî Yek mîlyon penaberên Sûrî qesta Urdunê bikin, herwiha rewşa li Îraqa cîran jî, ku hêzên Amerîkî li wî welatî bûne armanca êrîşên milîtanên ji aliyê Îranê ve tên piştevanî kirin.

Danûstandin dê derbarê hin mijarên din jî de be, yên weke hewildanên vejiyandina peymana navokî ya bi Îranê re, danûstandinên aştiya di navbera îsraîl û Felistîniyan de ku sist bûne, û peymana Îbrahîm ya ku di serdema serokê berê Donald Trump de pêkhatbû, ku di çarçova wê de asayîkirina têkiliyên 4 welatên Arabî bi Îsraîlê re.

Serdana kesayetî ya Şah Abdullah ya Serok Biden, dibe serdana yekê ya serokekî rojhilata navîn piştî ku Joe Biden meha Yek ya îsal hat serdesthilatê.

Tê çaverê kirin ku Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî heftiya li pêş me serdana Qesra Spî bike, û rêveberiya Biden plan dike jibo serdana serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett.

Heftiya borî dadgeha Urdunî du berpirsên berê bi sizayê 15 salên zîndanê hûkim kirin, bi tawana ku hevkariya komploya ji aliyê birayê şah Abdulla yê ji aliyê babê de, Emîr Hamze pêkhat bû, da ku bi alîkariya aliyek biyanî aloziyan bo desthilata şah Abdullah çê bikin.

XS
SM
MD
LG