Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Corê Wê Nediyar Bo Sedema Hişyarîya Ewlehiyê li Qesra Spî Û Capitol Hill


Avahiyê Capitol Hill

Saziyên ewlekarîyê li paytext Washington dan zanîn ku ew ketine di rewşek awarte ya ewlekarîyê de piştî ku firokek neniyas bihavê esmanî yê Washington derbazkirî.

Saziya xizmetkariyên nepenî ya parastina ewlekarîya serok, avahiyê qesra Spî girtbûn. Çavkaniyên ewlekarîyê dibêjin, ji sedema xweparastinê wan tedbîrên ewlehiyê serê sibeya roja Sêşemê li Qesra Spî û Kondresê (Capitol Hill) standin.

Çavkaniya Polîsê paytext Washington ragihandbû ku "Firokek bê destûrî li esman heye" nêzîk Washingtona paytext bûye û bihavê esmanî bnezandî ye.

Polîsê avahiyê Kongresê bi rêya tîwetekê da zanîn ku "wan firokek destnîşan kirîye, dibe ku metirsî be, ji ber wê yekê wan avahî daxistîye".

Çavaknîya xizmetên nepenî gotîye, corê firokê nediyare, û daxwaz ji rojnamevanên ku li Qesra Spî bûn nederkevin heta ku metirsî nemîne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG