Qesra Sipî roja Sêşemê bi sedema ku hilbijartinên giştî yên Îraqê bi gelemperî aştîyane derbaz bûn, hikûmeta welêt, pîroz kir.
Hevdem, Qesra Sipî destnîşan kir ku ew hîn li bendê pejirandina encamanên fermî nin.
"Em hikûmeta Îraqê pîroz dikin ji ber ku soza xwe ya pêkanîna hilbijartinên pêşwext bi cih anî," Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki ji rojnamevanan re got.
Li gor encamên destpêkê yên ku roja Duşemê hatin eşkerekirin, partîya el- Muqteda Sedr di hilbijartinên parlemantoya Îraqê de, herî zêde deng girtiye.
Encamên qismî destnîşan dike ku Sedr ji 329 tevahîya kursîyên li parlamentoyê de, zêdetirî 70 kursî, bi dest xistiye.
Ajansa Reutersê got ku serokwezîrê berê Nûrî el-Malikî li gor encamên destpêkê, serkeftina herî mezin ya dudya wergirtiye.
Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price jî dîyar kir ku divê hikûmeta nû "jibo çareserkirina kêşeyên rêvebirî, ewlekarî û aborî yên Îraqê bixebite."
Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell got ku heke di hilbijartinê de îdayên binpêkirinan hebin, wê hingê pêwîste ku ew "demûdest li gor pîvanên heyî" bêne nirxandin.