Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Kim Jong Un bo Civîneke Nû Name Şand


Qesra Sipî ragihand ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bo careke din bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive, nameyek şandîye.

Berdevka Qesra Sipî Huckabee Sanders dîyar kir ku Kim Jong Un ji Serok Trump re ‘’nameyeke pir germ, pir erênî ‘’ bi rê kiriye.

Sanders da zanîn ku rêvebirîya Trump bi awayekî erênî li dawxwaza kombûnê dinêre û dîyar kir ku bo hevdîtina her du rêberan ewê dest bi qonaxa hazirîyê bikin.

Sanders bi berdewamî dîyar kir ku name nîşan dide ku rêvebirîya Pyongyangê hîn jî li ser rêya pûçkirina çekên navokî ye.

Berdevka Qesra Sipî bi bîr xist ku roja Yekşemê, di merasîma leşkerî ya li Pyongyangê de muşekên menzîldirêj tune bûne û dîyar kir ku ew ‘’raberkirina nêta baş’’ e.

XS
SM
MD
LG