Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî: Bo Sûrîyê Biryara Dawî Hîn Nehatiye Dayîn


Qesra Sipî dîyar kir ku ser maytekirina li Sûrîyê biryara dawî hîn nehatîye danîn û ew li ser hemî rêkan difikirin.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders da zanîn ku Serok Donald Trump dibêje ku ‘’berpirsên êrîşa kîmyayî ya li Dûma, Esad û Rûsya’’ ne.

Sanders dîyar kir ku Serok Trump ne tenê li ser rêkên leşkerî, lê alternatîfên din jî difikire û got ku ‘’hemî alternatîf li maseyê ne’’

Serok Trump ser îdiayên êrîşên kîmyayî gotibû ku ewê bersîveke tund bidin Sûrîyê.

Sanders da zanîn ku ser bersîva Amerîka hîn ti biryara dawî nehatîye dayîn.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG