Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump dê bi Serokwezîrê Qeterê re Bicive

Arşîv: Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê Serok  JD Vance li koşka Spî li Washington.
Arşîv: Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê Serok JD Vance li koşka Spî li Washington.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê dê li Washingtonê bi Serokwezîrê Qeterê, Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Thanî re bicive.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance jî dê di civînê de amade bibe, da ku li ser dawîkirina şerê Îranê gotûbêjan bikin.

Da ku şer dernekeve, hewldanên dîplomsî zêde dibin, lê karbidestên Amerîkî û Kendavê li dor îhtîmala gihîştina peymaneke nêzîk ne geşbîn in.

Pêşnîyaza Îranê rakirina dorpêça Amerîkayê, sivikkirina hin cezayên aborî û rawestandina bombebaranan dixwaze. Di berdêla vê de, Tehran dê dorpêça xwe ya li ser Tengava Hormuzê rawestîne û danûstandinên navokî paşê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio şertên Îranê red kirin û got ku ew nerealîst in. Tehran pêşnîyaza xwe wekî çareserîya herî maqûl da nasîn.

Di alîyê leşkerî de, êrîşên Amerîkayê li ser Girava Qeşmê û êrîşên Îranê li dijî tankerên petrolê li Kendavê û Tengava Hormuzê berdewam in. Her wiha, Hûsîyên Yemenê îdîa kir ku wan avahîyeke kompanîya petrolê ya Aramco li Riyadê kiriye armanc .

Şer krîza enerjîya cîhanê girantir kiriye û alozîyên leşkerî li Rojhilata Navîn berfireh kirine. Tevî zêdebûna hewldanên dîplomatîk, hîn nîşaneyên peymaneke nêzîk xuya nakin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG