Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Tirkî: Dibe Qeter Alîkarî Bide Plana Tirkîyê Ya Xwecihkirina Penaberên Sûrî


Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan Û ŞêxTamim ben Hamad Al-Thani

Kenalê Televizyona NTV ya Tirkî li gor gotinên Erdogan ragihandîye ku dibe Qeter plana Tirkiyê ya bicih kirina nêzî yek mîlyon penaberên Sûrî li bakurê rojhilatê Sûriyê destek bike, piştî êrîşa li dij şervanên Kurd li wê herêmê pêkhatî.

Tirkîye daxwaza komcivîna welatên Alîkarbexş dike da ku piştevaniyê bide plana Tirkiyê ya bicî kirina penaberên Sûrî.

Lê wek tê gotin ku welatên Rojavayî dê destekê nedin plana Tikriyê ya şandina penaberan bizûrî û bicih kirina wan li ciyên din li ser axa Sûriyê, herwiha ew welat li dij in ku şandina penaberên Sûrî bibe sedema guherînên demografî li herêmên Sûriyê, lê Enqere dibêje wan planeke weha nîne.

Kenalê NTV li gor Erdogan dema ji Duha vegerîya gotîye rojnamevanan, wî di dema serdana xwe ya Qeterê de "planek weha pêşkeşî Emîrê Qeterê Şêx Tamîm Bin Hamid Al Thanî kirîye wî jî plan ecibandî ye".

Li gor bersiva kanê Qeter dê planek weha fînanse bike, got"Em di qunaxekê de ne, em dikarin bihevre hewildanek weha bikin, ya rastî çarek din nîne".

Têkiliyên di navbera Tirkîyê û Qeter de, di salên dawî de bihêzbûne, bi taybet piştî sala 2017an Erebistana Saûdî, Îmarat, Bahrên Û Misrê têkiliyên xwe bi Qeter re qut kirbûn û wan welatan Qeter bi piştevanîya terorê tawanbar kirî ku her tim Qeter ew tawan red kirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG