Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Salekê ji Toleyên Qeyser yln Amerîkî, Rewşa Sûrîyê Çawa Ye?


Piştî salekê ji erêkirina cezayên Qeyser ji alîyê Kongresa Amarîkî ve û 6 mehên ser bicîkirina wê, gelo rewşa rejîmê çawa ye? Ev tole heta niha armancên xwe pêk anîne yan na?

Ji Hezîrana 2020’an heya vê demê 114 ceza bin navê Qeyserê hatine derxistin ku 108 kes û sazî hatine armanc kirin.

Çavdêr bawer dikin ku cezayên Qeyser pir giring in jiber ku ceza ser Banka Navendî ya Sûrîyê hat danîn û ew jî bandoreke rasrerast ser karîna bi kirîna lîraya Sûrî kir.

Aborîzan Çeleng Omer bal dikşîne ku toleyên Qeyser Banka Navendî û herwiha hevjîna serokê Sûrî Esmaa Esad tevî malbata wê kirine armanc.

“Ev ceza wê hemû kerta diravî ya li welêt bigire navxwe jiber ku ne tenê Banka Navendî lê hemû bankên taybet dike armanc û bazirganîya bi rêka van bankan asteng dike."

Omer bi bîr dixe ku ji encama cezayên ser Banka Navendî ya Sûrîyê du encam yekser derketin holê, yek hewla bankên bîyanî ya derketina ji Sûrîyê û ya din jî nizimbûna nirxê lîraya Sûrî.

"Emê bibînin ku kompanî û bankên taybet wê ji Sûrîyê vekişin ku ew ceza nexwin. Herî dawî Banka Lubnanî, Benk Ewdê para xwe ya di hindiuê Sûrîyê de difroşe û ji dixwaze ji Sûrîyê vekişe."

Wek encama toleyên Qeyser nirxê lîraya Sûrî hember dolara Amerîkî pir daket. Li gor Welîd Mihemed Elî, serokê Komela Diravkaran li Qamişlo nirxê lîraya Sûrî hîn ji nizimtir be.

Rejîma Sûrî hewil dide ku bandora cezeayan sivik bike. Gelo hevkarên rejîmê yên wek Îran wê karibin bandora Qeyserê sivik bikin?

Omer bi bîr tîne ku Îran û Lubnan bixwe jî di rewşeke dijwar de ne.

“Îran bixwe di bin cezayan de ye. Herwiha bazirganên girêdayî rejîmê ku hikûmeta Şamê bixwe pir caran danûstandinê bazirganî teswiyatên xwe yên diravî bi rêya benkên Lubnanê dikirin lê Îro Lubnan bixwe di krîzeke aborî de dijî."

Li alîyekî din, dervayê cezayên Qeyser yên ser rejîma Sûrî, bandora cezayan ser Bakurê Sûrîyê û gelê wê herêmê çawa ye?

Hîn şopîner bawer dikin ku hewilên koalisyonê hebûn ku bandora Qeyserê ser herêmê sivik bike, lê ev hîn pêk nehat.

Xalid Omer bawer dike ku girêbesta navbera Rêvebirîyê û kompanîya Delta ya Petrolê pêk nehatiye û ev yek zarareke mezin li aborîya Bakurê Sûrîyê kiriye.

"Koalîsyonê xwest ku bandora Qeyserê ser Bakurê Sûrîyê sivik bike. Ew jî bi rêka girêbesta navbera Rêvebirîya Xweser û kompanîya Delta ya petrolê. Li gor agahîyên di dest me de, heya niha ew pêk nehatiye.”

Bandora ketina nirxê lîraya Sûrî ya hember dolara Amerîkî yekser rêjeya hejartîyê di nav gel de zêde kir. Li herêmên bin kontrola rejîmê alozîyên wek şewit, kehrebe û herwisa alozîyên pêdivîyên rojane ya gel zêde bûne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:06 0:00

XS
SM
MD
LG