Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Fermana Girtina Tîma Keştiyên Wê li Avên Qibrisê Rexne Dike


Tirkiyê roja Duşemê Qibris hişyar kir û got "Dê bersiviek pêwîst " bide her hewildaneke ku tîma Keştiyên wê li ava herêmê bike armanc.

Li gorî raportan desthilata Qibrisa beşa Yunanistanê fermana girtina nêv dewletî daye li dij tîma keştiyên Tirkiyê yên hatine ava ser sinorî ya herdu Qibrisan de û li çavkaniyên petrol û gazan digerin.

Hikûmeta Qibrisê ya beşa Yunanistanê ku ji aliyê welatên navnetewî ve hatiye nas kirin Tirkiyê bi binpêkirina yasya navnetewî tawanbar dike, dema ku keştiyên xwe anîne sinorên wê yê aborî û li petrol û gazan digere.

Tirkiyê ji aliyê xwe ve dibêje, ewan maf heye li enerjîya para Qibrisa Tikî bigerin.c

Wezareta derve ya Tirkiyê roja Duşemê fermana Qibrisa Yunanî red kir û fermana girtina taqimên keştiyan weke bê wate nirxand.

Wezareta derve ya Qibrisa Yunanî red kir ku zelal bike kanê wan fermana girtinê derkirîye yan na.

Wezîrê derve yê Qibrisa Yunanî roja Înê got bû, hin kompaniyên ku da alîkariya Tirkiyê bikin, xwe ji projê lêgerîna çavkaniyên enerjiyê vekişandîye.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Amerîka û welatên Yekêtiya Ewrûpa Tikiye rexen kir bû derbarê anîna keştiyan bo ava sinorî û hewildanên lêgerîna enerjiyê di wan avan de, wan welatan dabûn zanîn ku divê Tikiye tiştekî weha neke.

XS
SM
MD
LG