Cîgirê Wezîrê Turîzmê yê Qibrisê Savvas Perdios îro Çarşemê ragihand ku Qibris dê di 9'ê Hezîranê de balafirgehên xwe jinûve veke jiber ku ew hêdî hêdî qedexe û tedbîrên bi sedema vîrusa korona radikin.
“Em li bendê ne ku di dawîya vê hefteyê de, emê korona bi tevahî bixin bin kontrolê û ew jî vê wateyê ku emê di 9'ê Hezîranê de firîngehên xwe dîsa jibo karsazîyê vekin û ev jî pêşketineke pir girîng e."
Perdios ew şîroveyên xwe di preskonferansa ser înternetê de ya rojnameya Economist ya ser turîzmê de ragihandin.
Qibris dijî belavbûna vîrusa korona gavên zû avêtibpn û tedbîrên xurt girtibûn. Bêrî piranîya welatên Ewrûpî, ew welat di nîvê Adarê de sînorên xwe girtibûn û piştre di 21'ê Adar'ê de tevahîya rewîtîya bazirgani ya esmanî sekinandibûn.
Qibris roja Sêşemê 1 bûyerek nû ya vîrusa korona ragihandibû ku hejmera tewahîya bûyerên jiber vîrusê giheştibû 918'an.