Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qibrisa Bakur Hilbijartina Seroktîyê Û Guhertina Zagonê Pêk Tê


sînorê Qibrisa Bakur û Qibrisa Başûr
sînorê Qibrisa Bakur û Qibrisa Başûr

Li Qibrisa Bakur, îro Yekşemê gel li ser sindoqan bû. Hilbijêran ji bo dora yekem ya hilbijartina serokomarîyê û guhertina zagonê deng dan.

Hilbijêran bo bijartina tevî Mustafa Akinci û Serokwezîr Ersîn Tatar di nava 11 berbijêran da li girava Deryaya Sipî, bi mask û kepikan dengên xwe bi kar anîn.

Li gor ragihandina Ajansa Tirk ya Qibris TAK, li Qibrisa Bakur, 198.867 hilbijêrên tomarkirî hene û wan li 738 navendên dengadanê de, deng dane.

Anket diyar dikin ku Akinci û Tatar dê pêşengiya dengdanê bikin.

Bi nifûsa 326.000, Qibrisa Bakur heya niha 807 bûyerên COVID-19 û çar mirinên jiber vîrusa korona ragihandîye.

Qibris piştî êrişa Tirkiyê ya di sala 1974' an de wek bersîveke darbeyek kurt ya Yunanîstanê bû du parçe.

Mustafa Akinci yê 72 salî, siyasetmedarekî kevn e, di sala 2015'an de di tora duya de bi zêdeyî ji % 60 dengan bû serokkomar û Akinci piştgirî dide yekbûna giravê.

Ersîn Tatar yê 60 salî, ku di heman demê de wek wezîrê darayî jî xebitî bû, piştgirî dide rêveberîyên cuda yên serbixwe.

Tirkîyê dewleta Qibrisa Tirk ya li bakurê giravê cîh digire, nas dike, lê hikûmeta Qibrisê ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatîye pejirandin û li başûrê girava dabeşkirî cîh digire, nas nake.

Danûstandinên aştîyê yên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî ya herî dawî di 2017’an de têk çûn û ji wê şûnda di danûstandinên li ser pirsgirêka herdu Qibrisan de tu pêşketin çênebûn.

XS
SM
MD
LG