Bişkek 10ê Çile, hat zanîn ku Sadyr Japarov di hilbijartinên serokatiya welatê Qirgîzistanê de li gor encamên destpêkê yên ji hevcûda kirina dengan ketiye pêş.
Datayên pêşî yên Komîta Hilbijartinan, Yekşemê dan zanîn ku Sadyr Japarov di hemû amadebaşiyan de ye ku bibe serokê dahatî yê Qirgîzistanê, dema ku 50% dengan bistîne, ewê pêwîstî bi xola duyan ya hilbijartinan nemîne.
Li gor hejmartina 28% ya dengan serokê demkî yê berê Sadyr Japarov rêjeya 72,7% ya dengan bidest xistine.
Di hilbijartinên 10 Çile de li Qirgîzistanê, welatê ku hejmara xelkê wê 6.5 mîlyon kes in û êi Aasya Navîn e, tevî hilbijartinên serokatiyê welatî dê dengî bidin sîstema birêvebirina welat jî, kanê dê desthilatek parlemanî be yan Serokatî.
Jiber sermayek zêde heta demjimêr 2 nîvro tenê 18% ya xelkî deng daye, ev bûye astengî li hember welatiyan ku bi rihetî dengê xwe bidin herwiha li seranserî welat 2300 bingehên dengdanê hene, heta amade kirina vê raporê, gilî û rexneyên li ser sextekarî û binpêkirinan nehatine tomar kirin.