Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elizabeth Berîya Hilcivîna G7'an Dê Serok Biden Mêvan Bike


Qralîçe Elizabeth ya Brîtanya
Qralîçe Elizabeth ya Brîtanya

Rojnameya Sunday Times Yekşemê, ragihand ku ewê Qralîçe Elizabeth berîya hilcivîna G7'an ya di Hezîranê de, serokê nû yê Amerîka Joe Biden û rêberên din yên cîhanê li Qesra Buckingham mêvan bike.

Sunday Times, ev mîna pêşwazîyek "hêza nerm" şirove kir û got ku Prensê Wales, û endamên sereke yên qralîyetê beşdarî merasîmê bibin.

Qesra Buckingham li ser ragihandina Sunday Times ne xwest ku şîrove bike.

Brîtanya ragihandibû ku ew plan dike mazovaniya hilcivîna koma G7'an di Hezîranê de li herema Cornwall ya ku li başûrê rojavayê Îngiltere cîh digire, bike.

Heke hilcivîn wiha pêk were, ewê ji 2 salan vir ve bibe hilcivîna yekê ya rûbirû.

Serokwezîr Boris Johnson hêvî dike ku hilcivîn dê lihevkirinekê çê bike ku aborîya gerdûnî divê ji pandemîya COVID-19 bi rêka bazirganîya azad û awayek domdar, xwe jinûve saz bike.


XS
SM
MD
LG