Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasiyona QSDê bi Dawî Tê


Di konfiranseke çapemanî de, Fermandariya giştî ya Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) ragîhand ku, qunaxa 2yem ya operayona wan ku di 23 meha Kanûna pêşîn de hatbû dest pêkirin jibo rizgarkirina gundewarên başurê Kobanê bi dawî bû, konferans di se'at 12 yê nîvro roja Çarşemê de li ser bendava Tişrîn hat li dar xistin , têde daxweyniyek hat xwendin ji aliyê Telal Silo peyvdarê Hêzên Suriya Demoqratîk û encamên dawî yên operasiyonê ji raya giştî re hatin eşkerekirin
Telal Silo peyvdarê QSD dibêje" Di vê Operasiyonê de 640 km ducarkî, 100 Gund û gelek Zevî û Çandingeh hatin rizgarkirin, herwiha 219 çekdarên terorist yên DAIŞ ê hatin kuştin, termên 172 kesan di nav destên hêzên QSD ê de ne".

Herweha di daxweniyake taybet de ji bo Dengê Amerîka Şervan Derwîş peyvdarê 2yem ê Hêzên Suriya Demoqratîk, da zanîn ku hêzên wan li ser planeke giştî operasiyonên xwe li dardixin, sekinandina vê operisyonê tê wateya ku, hemî armancên me ji operasyonê bi encam bûn, Derwîş diyar kir ku, operasiyonên wan li dijî DAÎŞê wê dewam bikin û li kîjan derê DAÎŞ hebe wê bibe armanc ji Hêzên Suriya Demoqratîk re û ev erkeke li ser milê me ji bo gelê Suriya bi hemî pêkhateyên xwe ve, weke Derwîş dibêje.


Hêjaye gotinê ye ku, piştî damezrandina Hêzên Suriya Demokratîk ji aliyê gelek hêzan ve yên ku şerê DAÎŞê dikin ji hemî pêkhateyên Suriyê, ev 2yem operasiyona wane piştî ya yekem li kantona Cizîrê ku tê de AL-Hol hat rizgarkirin bi hevkariya firokên ceng yên koalisyona nav dewletî di bin rêveberiya Amerîka de, li benda destpêkirina operasyoneke nû ne, li qama din ya çemê Firatê, şervanên ( QSDê ) navberkê didin operasiyonên xwe yên li dij çekdarên Daiş.

XS
SM
MD
LG