Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Haithem Manna: Daxwaza Jinûve Serastkirina Beşdarên Cenevre 3 Dike


Haitham Manna
Haitham Manna

Hevserokê Encumena Suirya Demokrat û Kesatiyê Opozisyona Surî yê naskirî, Haithem Manna, roja Pênçemê ji bajarê Luzzan daxwaz ji Netewên Yekbuyî kir, da ku jinûve beşdarên civîna Cenvere 3 diberçavan re bê derbas kirin.

Haithem Manna weke hevserokê encumena Suriya democrat ku Kurd di nav de hene, li bajarê Swîsre, Luzzanê jibo rojnamevanan da xweya kirin ku wan lîsta navên şanda xwe ya ku ji 15 kesên bingehîn û 15 kesên weke aletrnatîv pêk tê pêşkeşî Şanderê taybet yê Neterwên Yekbûyî Staffan de Mistura û her yek ji Amerîka û Rusiya kiriye û li benda bersivê ne.

Wek tê zanîn hatiye plankirin ku roja Înê 29î Çile danûstendên aştiya Suriyê li bajarê Cenevre ya ku weke civînên Cenvere 3 tê naskirin pêk bên û navê beşdarên bingehîn hatine bang kirin, nunerên partiya kurdan PYDê ku beşeke ji Encumena Suriya Democrat ne hatine bang kirin.

Dawetname ji Kesatiyê Opozisyona Surî re Haithem Mannai re jî hatiye şandin, lê Mannai ragihand ku ew bê şanda Kurdan beşdarî civînan nabe.

XS
SM
MD
LG