Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku wî îro Sêşemê bi Konsulê Giştî yê Tirkîyê Erman Topçu re li Hewlêrê kombûnek kirîye.
Talebanî hevdîtîn li ser hesabê xwe yê medya civakî X’ê ragihand û got ku “xurtkirina peywendîyên aborî û bazirganî yên bi Tirkîyê re,” mijara sereke ya hevdîtinê bûn.
Wî herwiha rave kir got ku her du alî hevbîr bûne ku ji bo karsaz û weberhênerên her du alîyan- Herêma Kurdistanê û Tirkîye- derfetên berfirehtir werin afirandin.
“Hevkarîyên di navbera kerta taybet de dê bên xurtkirin û pêşveçûna aborî ya hevpar bê pêşxistin,” wî got.
Di daxûyanîyê de derbarê gavên pratîk, projeyên diyarkirî an dema pêkanîna van armancan de hûrgilî nehatin eşkere kirin.
Heta dema amadekirina vê nûçeyê, ji alîyê Tirkîyê ve derbarê vê hevdîtinê daxuyanîyeke fermî nehatibû weşandin.
Hêjayî gotinê ye ku derîyê sînor ê Îbrahîm Xelîl–Xabûrê rêkeke sereke ya bazirganîya di navbera Tirkîyê û Herêma Kurdistanê û herwiha herêmên din ên Îraqê re ye. Di vê çarçoveyê de, hêsankirina derbazbûna kelûpelan û xurtkirina têkilîyên karsazan ji mijarên girîng ên hevkarîya aborî ne.
Qubad Talebanî berê jî di hevdîtinên xwe yên bi nûnerên Tirkîyê re de piştgirî dabû xurtkirina têkilîyên aborî û bang li veberhênerên taybet kiribû ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.